Meşa Bi Serhişki - Gerard Chaliand - Avesta Yayınları

95.00TL
71.25 TL
Kazancınız: 23.75TL (25%)
Durum: Stokta yok



Ürün Açıklaması

Awaza Gêrard Chaliand wek awazeke pir xweş di devê keştîkêşekî de ye, ahenga awazê ew aheng e û keştiya ku bi werîsan li ser çeman tê kişandin dûr diçe û bêguman hêjayî wê yekê ye. Tawîrên bêyî hilorbûnên bêfêde bi rengekî nû û maqûlane ji serî ta dawî geş dibin. Ez Çavên min tenê rêyekê nas dikin... dixim nava helbestên li ser evînê yên herî xweş yên vê dema me. -Andrê Bretn, 1959- Nefesa Gêrard Chaliand nefesa dengbêjên mezin e. Ew li ser rûyê dunyayê digere û ew dîmenan, oqyanosan, rojan û med û cezîran dibuşkuvîne. Agirê koçer stiraneke pir giranbuha ye li ser hezkirina kuran ji bavan re. -Andrê Laude, kovara Le monde, 1972- Chaliand helbestvanê vêderê ye ji ber ku ew nevêderê tînê bîra xwe. Ew helbestvanê anuhayê ye ji ber ku wî xwe kiriye negehvanê bîra ku di nav deman de dibuhure. -Claude Burgelin, 1996- Gêrard Chaliand xwediyê nefesa çalak e, sirûşka (îlhama) pir biber e, çoşa bi rêkûpêk e... Li hember tevliheviya cîhanê, di destê wî de rêberek qayîm heye. Ew li hember birûsklêdanên xweşikiyê bêsûciyek bêyî pîvan diyar dike. Di bêrîka wî de nexşeya nemumkuniyê heye. -Andrê Velter, 1996-


Marka
Avesta Yayınları
Yazar
Gerard Chaliand
Sayfa
127 Sayfa
Kağıt
2. Hamur Kağıt
Boyut
13.00x19.50 cm
Basım Yılı
2005
Barkod
9789758637874