Yar u Mirad II - Weli Sebri - Peri Yayınları
Ürün Açıklaması
Mîrê Zirav, berîya ku wê dîyarîyê vebike, got: “Mala te û wê ava be!” Vekir û dît, ji tizbîyan tizbîyek kehrîbar e. Bi xwe jî dizanî qedrê dostanîyê giran e, got: “Qîmeta dîyarîyan di bihayê wî da nîne. Di hezkirin, dilovanî û germîya dil da ye. Ji dilê merîyan her çi ku hatibe, ew e.” Mîrê Zirav, merivekî hestewar bû. Balîyê Hesenî, ji tûrikê destê xwe pêda pêda derdixist û da ber. Wexta ku Mîrê Zirav dîyarîya duduyan ji destê Balîyê Hesenî girt, axifî û got: Welî Sebrî “Pir û pir hestewar bûm. Mesele ne girtina van dîyarîyan e, lê mesele dayîna qedr û qîmet û şanazî ye. Tiştê ku ez dizanim û dikarim bibêjim meriv di dawet, seredanî û di rojên tayîbet da ji destên hezkirîyên xwe dîyarîyên wisa werdigire. Qet tu şik nine ku dostên min kesên rûmetdar in. Dîyarîyên xwe bi hezkirinek ji min ra şandine û ez çi bibêjim hindik e. Li qada şer im û encax dikarim bibêjim mala wan tevan ava û Xwedê tu kêmasîyê nede. Ez ji wan rêzdaran razî me û Xwedê ji wan razî be.”
- Marka
- Peri Yayınları
- Yazar
- Weli Sebri
- Sayfa
- 175 Sayfa
- Kağıt
- 2. Hamur Kağıt
- Boyut
- 13.50x19.50 cm
- Basım Yılı
- Aralık 2023
- Barkod
- 9786059649629