%
27
İNDİRİM

Ferhenga Etimolojiya Kurdi - Keça Kurd - Nubihar Yayınları

İNDİRİMLİ
9786055402877
%
27
İNDİRİM
25.00 TL
18.25 TL
Bu ürün temin edilebilir,
temin süresi 1 ile 3 iş günüdür.

Bu ürünü kredi kartı, banka havalesi ve kapıda nakit ödeme ile satın alabilirsiniz. 50 TL ve üzeri siparişlerinizde Kargo Ücretsiz.

Kapıda ödemeli siparişlerde sipariş tutarı gözetilmeksizin +5,00 TL kapıda ödeme hizmet bedeli ilave edilir.

+

Ev cara sêyemîn e ku ez bi hûrî vî karî dixwînim. Bêguman ew guhartinên tê de çêbûne li gor pêşniyazan asta strûktûra ferhengê di her warî de bilindtir kir; jixwe meram jî ew bû ku ev xebat û lêgerîna bi salan liberxwedayî bi şêwakî zanistî li gor mercên ferhengdanînê bikeve nav destên pispor û xwendevanan. Min zanî daxwaz ji bo berpakirina lêgerîneke weha wê pir bin; lê ji min re ne aşkere bû di destpêkê de ku xwediya wê Keça Kurd wê çiqas wan gotir bike. Ji ber ku pir caran meriv rayên xwe dide bi daxwaza tekûzkirina destnivîsekê, çiqas kes wê bixwînin, dewlemend dibe û kêmanî kêmtir dibin. Lê pir caran li şûna spasiyê, xezeban bi ser merivan de tînin û tê xuyakirin ku xwediyê wan rayan çiqas şûndamayî ne. Lewma jî min ji nivîskar K. Kurd pirsî, ku ew rexneyê wekî pêşdabirina kar dipejirîne yan na? Bersiv erênî bû, bo wê hoyê jî min xwest destnivîsê bixwînim û dîtinên xwe bibêjim.

Di zimanê Kurdî de ji ber nebûna ferhengeke tekûz ya etîmolojiyê, pir kes gelek caran ji xwe dipirsin, ma ev peyv, ev bêjehevgirtina ji kuderê hatiye û di çi demê de peyda bûye û li gor têgihîştina xwe wan rave dikin. Cigerxwîn di Hawarê de (hej. 16) bi sernavê “Xeyalên Cigerxwîn“ peyvên mîna Îbrahîm, Kîsra, Kîxwa, Zardeşt, Nûh û hinên din li gor dîtina xwe etîmolojiya wan numa dike. Hewildanên weha di çapemeniya Kurdî de di sedsala borî û ya nû de berdewam bûn û wê berdewam bin. Ev pirsa ne tenê mirovên zana mijûl dike, lê mirovên nexwendî jî; berî sî û yek salan Bekoyê nanpêjê nexwendî li Efrînê çend gotin ji min re gotin û ewên nedizanîn jî ji min pirsîn. Tu kesê kanibe bersiva hemî peyvan bide tuneye, lewma jî pêdivî bi ferhengan heye.

Rewşa me ya ferhengvanî bi gelemperî jar e, tevî dewlemediya zimanê me... Lê ta niha jî ferhengeke me ya Kurdî bi hemî zaravan tuneye ku arîkar be ji bo xwendevan û lêgervanan. Erê, hewildan bûne û rêzdarî ji xebata her ferhendanerekî re, ku bi qasî şiyana xwe berhema xwe belavkirî; lê ferhengên, bi taybetî jî yên mîna ferhenga etîmolojiyê tenê di destpêka sedsala 21an de du nav jê belav bûne; yanê çiqas ziyan li zimanê me yê dêrînî bûye û çiqas peyv hatine hindabûn û çiqas jî wê hîn bê şîrove bimînin!

Divê ez li vir jî wan herdu ferhengên belavbûyî binavînim: Ferhenga pisporê fonêtîka Kurdî Kurdnas R. P. Tsabolov ya bi sernavê Rûsî bi du bergan belavbûyî: Êtîmologiçêskî Slovar Kurdskovo Yêzîka berg 1, Moskva 2001 û berg 2, Moskva 2010. Ez pir şa bûm çaxa min ew li pirtûkxaneya zanîngeha Bonnê dîtin; lê gava min 80î peyvên pêşîn xwendin ez tenê rastî peyvên Erebî û Tirkî hatim. Peyva 81ê weha hatibû: (Alûh, halo, helo helû, aylo) ew pispora dinivîse ku bingeha van hemî forman di Avestayê de heye û bi Avestayî peyva me ya em Kurmanc jê re dibêjin “eylo” û Soran bi “hello” dinavînin û bi Avestayî “erezifya” hatiye. Lê tu pêwendiyên peyva Avesta û formên li jor hatine bi hev re tune ne. Ez li wê rayê me û herweha pispora Avesta C. Riminucci û hevjînê wê S. Haynê yê bi 34 zimanan zane yekray bûn, ku tu pêwendiyên “erezifya” û eylo bi hev re tune ne, piştî me li ferhenga C. Bartholomae temaşe kir. Bi xemgînî min rûpelên wê dane hev.
Berhema din ya zanayê Kurdî navdar Cemal Nebez e, ew di bin navnîşana Wişenamekî Etîmolojyayî Zimanî Kurdî sala 2008an belav bûye. Ew ferhenga xebata salên dûr û dirêj e, karekî hêja ye di dîroka etîmolojiya zimanê Kurdî de.

Karê sêyemîn berhema Keça Kurd ya bi navê Ferhenga Etîmologiya Zimanê Kurdî ye ku ji min xwest ez van çend rêzan binivîsim. Bi şahiyeke mezin min erê kir, ji ber ku ev lêgerîn ya yekemîn e di dîroka ferhengvaniya Kurdî–Kurmancî de, berhemeke weha ji aliyê ferhengvaneke Kurd ve tê belavkirin. Ev lêgervana, ne ji dervayî zimanê Kurdî hatiye, lê ji maka zimên hatiye, ziman xwe bi navê wê dinasîne, ew dayik e, zimanê dayikê, ne yê bavikê; wekî her dayikeke Kurd, wê jî peyvên Kurdî bi lorîn û stranên xwe di hişê zaroyên xwe de çespandine. Keça Kurd, hewildaye çi zane li ser kaxetê tomar bike, ew pirsî ye, pişta xwe daye jêderinan; çi jî nezan

Marka:
Nubihar Yayınları
Yazar:
Keça Kurd
Sayfa:
352 Sayfa
Kağıt:
2. Hamur Kağıt
Boyut:
13.50x21.00 cm
Basım Yılı:
2014

Hiç mesaj bulunmadı

Yorum Yap
Taksit sayısı Taksit Tutarı Toplam
Tek Çekim 18.25 TL 18.25 TL
2 Taksit 9.31 TL 18.62 TL
3 Taksit 6.27 TL 18.80 TL
Taksit sayısı Taksit Tutarı Toplam
Tek Çekim 18.25 TL 18.25 TL
2 Taksit 9.31 TL 18.62 TL
3 Taksit 6.27 TL 18.80 TL
Taksit sayısı Taksit Tutarı Toplam
Tek Çekim 18.25 TL 18.25 TL

250TL VE ÜZERİ PEŞİN HARCAMALARA
ÜCRETSİZ 3 TAKSİT İMKANI

Taksit sayısı Taksit Tutarı Toplam
Tek Çekim 18.25 TL 18.25 TL
2 Taksit 9.31 TL 18.62 TL

TEK ÇEKİM VE TAKSİTLİ HARCAMALARDA
ÜCRETSİZ +4 TAKSİT İMKANI!..

Taksit sayısı Taksit Tutarı Toplam
Tek Çekim 18.25 TL 18.25 TL
2 Taksit 9.31 TL 18.62 TL
3 Taksit 6.27 TL 18.80 TL
4 Taksit 4.75 TL 18.98 TL
Taksit sayısı Taksit Tutarı Toplam
Tek Çekim 18.25 TL 18.25 TL
2 Taksit 9.31 TL 18.62 TL
3 Taksit 6.27 TL 18.80 TL
4 Taksit 4.75 TL 18.98 TL
Ödeme Türü Toplam Tutar
Diğer Kredi Kartları 18.25 TL
Havale / Eft 18.25 TL
Posta Çeki 18.25 TL
Kapıda Ödeme 23.25 TL

Kapıda ödemeli siparişlerde +5,00 TL kapıda ödeme hizmet bedeli ilave edilir.

Kampanyalı taksitler koyu renk ile gösterilmektedir.

Taksitli alışveriş için sipariş tutarınız 10 TL ve üzerinde olmalıdır.

Paraf, World ve Maximum'a kredi kartlarına özel vade farksız 2 Taksit İmkanı.

Bonus Kredi Kartları: Garanti Bankası, TEB, ŞekerBank, ING Bank, Türkiye Finans Katılım Bankası, Burgan Bank, A Bank, Fibabanka ve Bonus Logolu Kredi Kartları.

Maximum Kredi Kartları: Maximum Kart, Maximum Logolu Ziraat Bankası Kredi Kartları.

Paraf Kredi Kartları: Paraf Logolu Halk Bankası Kredi Kartları.

Worldcard Kredi Kartları: TEB, AnadoluBank ve VakıfBank Kredi Kartlarıda WorldCard özelliklerine sahiptir.

Ürün İade işlemlerinizi aşağıdaki şekilde yapabilirsiniz:

Ürünün adresinize teslim tarihinden itibaren 14 gün içinde Müşteri Hizmetlerine başvuruda bulunarak iade sürecinizi başlatabilirsiniz.

Ürünü iade etmek için, orijinal kutusuyla ve faturasıyla birlikte anlaşmalı olduğumuz kargo firması ile göndermelisiniz.

İadenizin kabul edilmesi için, ürünün hasar görmemiş ve kullanılmamış olması gerekmektedir.

Daha detaylı bilgi için İade ve Değişim sayfasını ziyaret edebilirsiniz.

Benzer Ürünler