Zeynel Beg - İhsan Colemergi - Lis Basın Yayın

%
25
İNDİRİM
9786058140707
%
25
İndirim
164.00 TL
123.00 TL
Stokta yok
Favori Listesine Ekle
Ödeme Bilgisi

Kredi kartı peşin yada taksitli, banka havalesi ve kapıda nakit ödeme ile satın alabilirsiniz.

Kargo Bilgisi

Zeynel Beg - İhsan Colemergi - Lis Basın Yayın

Zeynel Beg, Îhsan Colemergî

“Xebereke nebaş kêfa zozanîyan verevand. Begzade Zeynelê ku hatibû hêla Lêwînê, alîyê Şaxê, Elkê, Nûdizê, Celo û Bazê 2500 çekdar kom kiribûn, ji bo dagirkirina zoma bavê xwe di rê de bû. Mîr Melek ji nişkan ve pê hesîya. Piranîya çekdarên wî yên ku tevlî cenga Geverê bûbûn vegerîyabûn malên xwe. Ji bo ewlekarîya kelatê û zozanan tenê hezar û pêncsed çekdar di bin destên wî de bûn. Biryar da ku li ber xwe bide. Her du hêz ji bo ku jin û zarok zîyanê nebînin li Deşta Enter hatin pêşberî hev. Di cenga ku nîv danê rojê dom kiribû de, cengewerîya Zeynel derket pêş û hêzên Melek Begê têk çûn.”

Ji pênûsa Îhsan Colemergî romaneke dîrokî û balkêş. Wek ku xwendevanên Kurdî jî ji nêz ve nas dikin û dişopînin Colemergî di gelek mijaran de bi hosteyî pênûsa xwe bi kar tîne. Ew bi her awayî yê AXA xwe ye. Axa ku jê bûye û pê xwedî bûye hem dijî hem jî vedibêje. Carinan dîroka wê dinivîse, carinan romana wê carinan folklora wê. Bi her awayî diyar e ku der barê axa xwe de xwedîyê gelek gotinan e û gelek gotinên ku hîna negotine hene.

Romana Zeynel Beg jî yek ji van gotinan e. Beşek ji dîroka Mîrgeha Hekaryan wek romaneke dîrokî honaye. Lehengê sereke her çiqas Zeynel beg be jî mirov dikare bibêje ku sedsaleke wê mîrgehê hatiye vegotin. Ew sedsal jî sedsala 16’emîn, ango salên 1500’î ne. Mirov dikare bibêje ku ew sedsal ji bo herêmê sedsala herî girîng e. Lewre pêvajoyek bi dawî dibe û pêvajoyeke nû dest pê dike ku bandora wê heta îro jî didome. Zeynel Beg jî kesayetiya vê pêvajoyê ye. Ev pêvajo hem daye destpêkirin hem jiyaye hem jî bûye qurbana vê pêvajoyê.

Li gel bûyerên siyasî û têkoşîna desthilatdariyê jiyana rojane û têkilîyên civakî jî hatine vegotin. Bi heman awayî erdnîgarîya herêmê ya ku bûyer lê qewimîne jî daye naskirin. Bajar û keleh, çem û kanî, zozan û banî, rê û dirb…

Hespê begzade kimêdê sor e
Zînî seda ye, lixav bi mohrê
Subê me şer e bedla hingorê

Hespê bebgzade kimêdê tarî
Zînî seda ye, lixav dîyarî
Subê me şer e bedla êvarî

Hespê begzade kimêdê reş e
Zînî seda ye, lixav bi nexş e
Me Stenbol stend bedla berferş e

Nivîsa Paşbergê

Hemû demsalên wê salê bi xemgirtina Zeynel Begê derbas bûn. Zewac nehatin kirin û şahî hatin betalkirin. Nêçîrvan jî neçûn nêçîrê. Tenê xortên bajêr zivistanê li ser banan lîstika pilanê û tixanê bê navber leyîstin. Ev lîstik ji serdemên pêşîn û vir ve li derdorên Kelata Colemêrgê dihatin lîstin.

Jîyana mîrê Hekaryan ê herî navdar li hewşa medreseya ku li ser navê wî hatibû çêkirin a li Taxa Binqesrê bi dawî bûbû. Lê têkoşîna di navbera baskê rastê û baskê çepê de bê navber berdewam bû. Xwîndarî û dijminahîya her du baskan piştî mirina wî jî çend qirnan dom kir. Şîretên xanima Bosnayî; ji yên ku li qesrên bilindahîyên Kelata Colemêrgê rûniştî bûn re kêf û şahî kiribûn dîyarî; gelê herêmê jî bi zêmarên şîn û tazîyê salên xwe derbas dikirin.

Sayfa:
196 Sayfa
Kağıt:
2. Hamur Kağıt
Boyut:
13.00x19.50 cm
Basım Yılı:
Haziran 2018
Barkod:
9786058140707
Lis Basın Yayın
Kulilkvedana Gezgezke - Harry Edmund Martinson - Lis Basın Yayın
%25
SON 1 ADET
224.00 TL
168.00 TL
Şıkefta Filozofiye - Leyla Atabay - Lis Basın Yayın
%25
SON 1 ADET
152.00 TL
114.00 TL
Kendini Unutan İnsan - Leyla Atabay - Lis Basın Yayın
%25
SON 1 ADET
224.00 TL
168.00 TL
Bavfileh - Sebareya Merdine 3 - Yaqob Tilermeni - Lis Basın Yayın
%25
SON 1 ADET
252.00 TL
189.00 TL
Celile - Bedran Hikmet - Lis Basın Yayın
%25
SON 2 ADET
98.00 TL
73.50 TL
Serhildana Mala Eliye Unis - Mahmut Baksi - Lis Basın Yayın
%25
SON 1 ADET
100.00 TL
75.00 TL