Klam u Jin - Tekin Çifçi - Nubihar Yayınları

%
30
İNDİRİM
9786055053277
%
30
İndirim
110.00 TL
77.00 TL
Temin süresi 2-4 iş günüdür.
Ödeme Bilgisi

Kredi kartı peşin yada taksitli, banka havalesi ve kapıda nakit ödeme ile satın alabilirsiniz.

Kargo Bilgisi

Klam u Jin - Tekin Çifçi - Nubihar Yayınları

Dîroka xebatên folklorî gelekî kevn e. Di qirnê navîn de hin zanyar û wêjevanên Awrûpayî dest bi berhevkirina xebatên folklorî kirine. Folklor û çanda devkî du qadên têkilî hev in. Têkiliya çanda devkî û wêjeya devkî, têkiliya wêjeya devkî û ya nivîskî bûye mijara gelek xebatan. Di nava Kurdan de dengbêj, “bîra devkî” ya civakê ne. Her tiştê têkilî jiyanê, di nava vê bîrê de ye. Dengbêjan bi berhemên xwe, bandoreke mezin li ser wêjeya nivîskî kirine. Pêşketinên civakê, têkiliya navbera folklor û hin dîsîplînên din yên wekî dîrok, zimanzanî, erdnîgarî, wêje û mirovnasiyê eşkere kiriye.

Dîroka xebatên bi navê folklorê digihîje sed û şêst û şeş sal berê. Cara yekemîn, W. J. Thoms, di sala 1846an de bi navê “folklor”ê gotarek nivîsandiye. Jê pêve li gelek welatên cuda, bi navê folklorê gelek xebat hatine kirin.

Kurdan jî ji nîveka sedsala XIXan û şûnde dest bi berhevkirina berhemên folklorî kirine. Wekî her gelên dinyayê, di nava gelê Kurd de jî di afirandin û domandina folklorê de jinan roleke sereke lîstine. Jinan di her beşa folklorê de peywireke girîng hildane ser milê xwe û ew bar bi serbilindî û serfirazî gihandine roja îro. Jinan hebûna xwe spartine kilaman û hemû hest, raman, êş û taybetiyên xwe yên cinsî bi kilamkî strane.

Statûya jina Kurd ya di nava malê û civatê de hêjayî xebateke berfireh e. Lê ji ber ku statûya jinan jî di nav kilaman cih girtiye di vê xebatê de wekî destpêkekê beşek ji bo vê mijarê hatiye veqetandin. Ji ber ku bingeha xebata me li ser kilaman hatiye avakirin, me jî bi awayekî berfireh rola jinê, statûya wê ya di deng û kilamên Kurdî de nirxandiye. Jin carinan bûye kirdeya stranê, carinan jî bûye biresera stranê. Gelek aliyên jinê, li gor armanca vê xebatê, bûne mijara lêkolînê. Lê hevpariya hemûyan jî yek e, ew jî jin e.

Ji ber ku derfetên tezê rê nadin, me stranên ku jê sûd hatiye wergirtin hemû yekser negirtin nav vê xebatê. Lêbelê me wekî nimûne, hin beşên stranan di nava xebatê de bi cih kirine. Wekî ku li jor jî hatiye qalkirin, ne guncav e ku hemû kilam û naverok wekî hev bin. Ev xebat di riya xebatên folklorî de tenê gaveke biçûk e. Tu angaşta (îddîa) vê tezê ku nasnameya jina Kurd ya di nava kilamên dengbêjan de, ji her aliyî ve, derxe holê nîne. Lêbelê em bawer in ku ev xebat wê derbarê jina Kurd de hin ramanan derîne holê.

Li gor çarçoveya xebatê piraniya stranên ku hatine hilbijartin, kilam û stranên evînê ne. Ji ber ku di bikaranîna van herdu peyvan de nîqaşên cihêreng hene, di nava xebatê de peyvên “stran” û “kilam”ê carinan li dewsa hevdu hatine bikaranîn. Hinek beşên civakê herduyan wekî hev bi kar tînin, hinek jî li gor hin taybetmendiyan wana polîn dikin. Dengbêjên wekî Eliyê Qerecdaxî, Seyitxanê Boyaxçî, lêkolînerên wekî Ahmed Aras ji berhemên ku bê amûr têne pêşkêşkirin re “kilam”, berhemên ku bi amûrê re têne pêşkêşkirin re jî “stran” dibêjin. Lêbelê hin dengbêjên wekî Dengbêj Zekî û Dengbêj Ûsivê Boronekî jî dibêjin ku di navbera “kilam” û “stran”ê de tu ciyawazî nîne. Me jî ji ber van nîqaşan ew mesele ji pisporên muzîkê re hişt û tu ciyawazî nexist navbera herduyan. Lewma jî heke kêmasiyên me hebin -teqez dê hebin- em vê yekê ji mêj ve dipejirînin û lêborîna xwe dixwazin.

Jin di jiyanê de hevparê mêran in. Ji dema civakên kevnare heta îro, jin her di rojevê de mane. Geh bûne şirîkê şahî û bextewariyan, geh bûne sedema kuştin û mirinan. Geh bûne kaniya kul û derdan, geh jî bi xwe di nava kul û xeman de mane. Ji destpêka jiyana zarokekî heta ketina binê axê di her gava jiyanê de şopa jinan heye. Jin her gav bûye berdevkê hest û ramanên cuda. Di nava jiyana civakî de her çiqas bandora wê hebe jî, wê bi xwe jî êşên mezin kişandine. Carinan keniya be jî pirî caran giriyaye. Bi pey dilketiyê bêbext giriyaye, bi pey zarokê xwe yê ku çûye şer giriyaye, bi pey mêrê xwe yê ku dev jê berdaye giriyaye, li ser qedera xwe ya bêbext giriyaye, li ser bêkesî û bêwariya xwe giriyaye, her giriyaye. Di nav hemû şert û mercên xirab de, di destê wê de tenê den

Yazar:
Sayfa:
208 Sayfa
Kağıt:
2. Hamur Kağıt
Boyut:
13.50x21.00 cm
Basım Yılı:
2014
Barkod:
9786055053277
Nubihar Yayınları
Akkoyunlu-Kürt İlişkileri - Veysel Akdeniz - Nubihar Yayınları
%30
Stokta Var
140.00 TL
98.00 TL
Behna Seve - Fahri Ayhan - Nubihar Yayınları
%30
Stokta Var
70.00 TL
49.00 TL
Feqiye Teyran Diwan - Feqiye Teyran - Nubihar Yayınları
%30
Stokta Var
450.00 TL
315.00 TL
Rizgarkirina Jaydene - Vladimir Tumanov - Nubihar Yayınları
%30
Stokta Var
100.00 TL
70.00 TL
Çuka Keko Peko - Paşa Amedi - Nubihar Yayınları
%30
Stokta Var
70.00 TL
49.00 TL
1925 Hareketi - Tahsin Sever - Nubihar Yayınları
%30
Stokta Var
200.00 TL
140.00 TL
Ahlat Eyyübileri Tarihi - Ahmet Demir - Nubihar Yayınları
%30
Stokta Var
160.00 TL
112.00 TL
Kene Miriyan Gunehe Guran - Mem Med - Nubihar Yayınları
%30
Stokta Var
100.00 TL
70.00 TL