Şizo - Peyam İhsan - Na Yayınları

%
15
İNDİRİM
9786257085243
%
15
İndirim
25.00 TL
21.25 TL
Stokta yok
Favori Listesine Ekle
Ödeme Bilgisi

Kredi kartı peşin yada taksitli, banka havalesi ve kapıda nakit ödeme ile satın alabilirsiniz.

Kargo Bilgisi

Şizo - Peyam İhsan - Na Yayınları

şîzo bi navgîniya nakokiya di navbera sedem û hestê de rexneya desthilatiyê pêşkêşî me dike. Şîzo; zarok e, lîstik e, evîn e, hezkirin e. Frên e, hevnîr e, kevneşopî ye, dewlet e, rêgez e… Şîzo, di destpêka lîstikê de raketîye. Di berdewamiya lîstikê de dixweze rakeve lê ni kare rakeve, an jî nahêlin rakeve. Yên ku dixwezin Şîzo rakeve jî raketineke li gorî xwe jê dixwezin.

Pirî caran em di silsileya pêçokên li me hatine pêçan de winda dibin, dikevin rewşekê ku em nekarin bêhna xwe vedin. Di rewşên bi vî rengî de, vîna me ya jiyanê an refleksa me ya ber-xwedêriyê me mecbûr dike da em çareyekê bi-bînin. Ger em nikaribin biryareke qewîn bidin ji bo em ji nava tixûbên teng xelas bibin, em ê ji xala xwe ya destpêkê paşdetir jî bigindirin. Gin-dirîna me ne ji ber neserketina me ye, ji ber wê ye ku me hin tişt kêm hiştine.

Qebûlkirina wekî têkçûnê me di navbera bênasnametiyê û jiyanê de diguvêşe. Wekî kêma-siyek lê nanihêre, deriyekî nû yê cerbandinê ve-dike, dibe ku ji nû ve û bi caran derîyê ceri-bandineke nû vebike. Lê di dawiya her pêçokeyî de em rastî destpêka pêçokeyekedin dibin.
Xweafirandina kes, belkî jî pêvajoyeke dijwartir e ji şoreşên civakî. Hewildana kes bi rû-birûbûna bi xwe û xilasbûna ji adetên xwe, her çiqasî di xwe de asta pêşkeftina civakî-aborî ya derûdor, welatê ku ew lê dijî bihewîne jî, îs-tîsnayên wê jî hene.

Şîzo, bi qebûlkirina serdestiya aqil re, pevçûna di navbera aqil û hestan de ji xwe re dike xem, pêşkeftina aqil nas dike û perspektîfeke rexneyî pêşkêşî me dike.

Yazar:
Sayfa:
64 Sayfa
Kağıt:
2. Hamur Kağıt
Boyut:
13.50x19.50 cm
Basım Yılı:
Nisan 2021
Barkod:
9786257085243
Na Yayınları